Yekem şeva Pena Kurd li duyê nîsanê li Stockholmê . Foto: Zeki Aydin/Radio Sweden
ÇAND
Şaxê Pena Kurd li Swêdê hat avakirin
Publicerad 6 apr 2022 · kl 13:40 · 3:47 min
Şaxekê Pena Kurd ya ser bi Pena navdewletî li vê dawiyê li Swêdê hat avakirin. Êvara duyê meha nîsanê û wek çalakiya xwe ya yekem, şevke helbestê û hevnasîna nivîskaran li qehwexaneyekê li Mariotorget li Stockholmê pêk anî.
Endamê komîteya birêveber ya Pena Kurd li Swêdê nivîskar Serkan Birûskî got armanc ji Pena Kurd û van çalakiyan jihevnêzîkbûn û hevnasîna nivîskarên kurd e.
Du nivîskarên kurd, Dilşa Yusuf û Azad Yosef Erdem, di vê şeva Pena Kurd de û li ber dengê bilûra Saman Îlyasî helbestên xwe xwendin û behsa nivîskariya xwe kir.
Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Mer om hur vi bedriver vårt arbete