Hejmara penaberên zarok gelekî kêm bûye

Publicerad 14 jan 2016 · kl 12:29 · 1:53 min

Vê payîzê rojê nêzîkî 300 zarokên penaber ên bitenê dihatine Malmöyê. Lê vêga rojê bi zorê zarokek tê. Kesî bawer nedikir ku hejmara penaberên zarok ên bitenê dê bi awayekî wiha kêm bibûya.

Meha 11an a buhurî li stargehên cuda yên trasît ên li Malmöyê 2 200 zarokên penaber ên bitenê hebûn, îro ev hejmar 200 e.

Bajarê Malmöyê gelek stargehên nû vekirine û zêdeyî 1 800 personelê demkî girtine da ku li van stargehan kar bikin. Wan bawer nedikir ku hejmara zarokên penaber ku têne Malmöyê dê wiha bi awayekî ecêb kêm bibûya.

Annelie Larsson li Malmöyê rêvebera îdarî ya çavkaniyên civakî ye. Ew dibêje Daîreya Koçê salê çar caran texmînan diweşîne û texmîna herî dawîn jî nîşan dide ku gelek zarok ê werin, lê di eslê xwe de ev ne wisa ye.

Ji 4ê vê mehê û pê de hikûmetê ji bo kesên ku ji Danîmarkayê têne Swêdê dest bi kontrola nasnameyan kir. Armanca hikûmetê bi vê kêmkirina penaberên ku têne Swêdê ye.

Daîreya Koçê diyar dike ku ew nizanin ka kontrola nasnameyan tesîreke çawa li kêmbûna hejmara zarokên penaber ên bitenê ku têne Swêdê kiriye. Lê Annelie Larsson bawer dike ku kontrola nasnameyan bi hewaya cemidî ya zivistanê re kiriye ku hejmara zarokên penaber ku xwe digihînine Swêdê kêm bûye.

Annelie Larsson dibêje hem li Swêdê hem jî li Danîmarkayê nasname û pasaport têne kontrol kirin û ev tesîrê li hejmarê dike.

Radio Sweden Kurdish - ڕادیۆی سوید - Radyoya SwêdêAnsvarig utgivare: Klas Wolf-Watz

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.

Mer om hur vi bedriver vårt arbete

Senaste sändningen

Radio Sweden Kurdish - ڕادیۆی سوید - Radyoya Swêdê