Cezayê derengrazandina zekatê tê daxistin
Publicerad 8 feb 2013 · kl 10:30
Halê hazir yê ku 10 yan 20kr heqê ketina hundirê bajarên Stockholm û Göteborg (trängselavgift) di wext de nerazîne û hişyarî jê re biçe 500 kron ceza heqê hişyariyê dide. Niha lêkolîna gumrika rêyan pêşniyazekê radestî hikûmetê dike ku ji sala bê û pê de ew ceza bibe 100 kron.
Pêşniyaz herwiha dixwaze ku ji wesayitên derve jî zekata ketina bajêr bê standin.
Li gor ku rojnameya Göteborg Posten nivîsandiye Wezîra Binesaziyê Catharina Elmsäter-Svärd gotiye ew pêşniyazê maqûl dibîne.
Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Mer om hur vi bedriver vårt arbete