YE bêhtir pereyan ji Swêdê dixwaze
Swêd ji aliyekî ve divê bêhtir pereyan bide budça hevpar ya YE û ji aliyê din ve heqê endamtiya YE bêhtir bide. Ev peyama nexêrê ji aliyê serokwezîr Fredrik Reinfeldt ve hate eşkerekirin.
Danûstandinên li ser budçeya demdirêjî ya YE serê heft salan carekê têne kirin. Ji ber ku welatên endam li hev nehatibûn di payizê de gotûbêj hatibûn birîn, lê îro dîsa ew dest pê dikin.
Li gor pêşniyaznameya hatî nivîsandin divê Swêd bêhtir pereyan bide. Herçend ev ne bi dilê Reinfeldt e jî diyar e wê jê re zehmet be ku ew daxwaza Swêdê biparêz e.
- Hê me dest bi danûstandinên dawî nekiriye, lê divê em eşkere bikin bê rewş çawa xuya dike. Ji 27 dewletên endam 17 ji pereyên didin zêdetir distînin. Berjewendiya wan ya hevbeş ew e ku budçe mezin be.
Bi raya Reinfeldt sedema ku Swêd divê bêhtir pereyan bide, aboriya baş ya Swêd e. Lewra herçend heviya Reinfeldt nemezin e jî ew radigihîne ku ew ê li ber xwe bide da ku Swêd zêdetir nede:
- Wezîfa min ew e ez hewl bidim da zêde neyê bilindkirin. Em dixwazin bêhtir pere herin ji lêkolîn û binesaziyê re û kêmtir here ji ziraetê û siyaseta hevgirtinê re. Bi me dengeya ji vî alî ve heyî divê bê parastin.
Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Mer om hur vi bedriver vårt arbete