daîreya koç:

"Huseyin Akpinar nehatiye xapandin!"

Publicerad 20 dec 2012 · kl 14:32 · 6:17 min

Huseyin Akpinar ê ku roja 13 kanûnê ji bo civînek çûbû avahiya Daîreya Koç ya li Solna ya Stockholmê ji aliyê polês ve hatibû girtin. Gelek kes di wê baweriyê de ne ku Daîreyê bi armanca wê radestê polês bike xapandiye. Sibê, ji bo protestokirina vê helwestê li pêş daîreya koç dê xwepêşandanek ji bo piştgiriya Huseyin Akpinar were li darxistin. Bi vê armancê li ser malpera medya civakî Facebookê kampanyayek tê meşandin. Li ser Facebookê gelek kes acizî û nerazîbûna xwe tînin ziman û metoda daîreya koç weke xapandinek binav dikin.

Huseyin Akpinar bi xwe jî duh ji nûçegihanê Zayele Beşîr Kavak re li ser girtina xwe gotibû ew hatiye xapandin û di saya hevkariya Migrationsverket ya bi polês re hatiye girtin.

Û min ji şefê çapemeniyê daîreya koç, Fredrik Bengtsson, pirsiyar kir ka gelo Migrationsverket  ji bo girtina kesan bi polês re hevkariyê dike an na:

– Daîreya koç bi polês re hevkariyê dike, lê em ji bo xapandina mirovan bi polês re hevkariyê nakin, dibêje Fredrik Bengtsson.

Huseyin Akpinar niha li wargeheke Daîreya Koç li bajarê Flenê girtî ye. Û di derbarê wî de biryareke sînorderkirinê heye. Fredrik Bengtsson:

– Heger ku ew hatiye girtin ev li ser biryara polês yan jî bi îhtîmalek bi ya Daîreya Koç e. Tiştê niha dê bibe ew e ku niha biryareke din ya sînorderkirinê heye û niyet ew e ku ev biryar were pêkanîn, dibêje Fredrik Bengtsson.

Û Fredrik Bengtsson dibêje ew nizane  ka dê Huseyin Akpinar kengê were sînorderkirin, û dibêje ev biryara polês e.

Biryara hiqûqî ya sînorderkirinê Dadgeha koç daye. Lê parêzerê Huseyin Akpinar, Jan Carlstedt hewl dide di çarçova xala 8:an ya Konseya Ewrûpayê îtirazek li cem Dadgeha Jorîn ya Koçê bike. Bi ya Carlstedt Huseyin Akpinar ev 22 sal in li Swêdê ye û li vir ji xwe re jiyanek çê kiriye. Û Xala 8:an ya Konseya Ewrûpayê jî li ser mafên kesayetî ya mirovan e. Ew dixwaze dadgeha jorîn vê xalê bigire berçav û Akpinar ji sînor derneke. Lê hêviya parêzer Jan Carlstedt zêde tune ye:

– Diibe ku Dadgeha jorîn rewşa Akpinar bigire dest ji ber ku mînakek din ku mirovekî 22 sal li Swêdê weke penaxwaz maye nîn e. Her çendî rewş ne ewqas ronî be jî dibe ku hêviyek biçûk ji bo Akpinar hebe, dibêje Jan Carlstedt.

Belê, 22 sal li Swêd bêyî destûra rûniştinê. Huseyin Akpinarê 54 salî nîvê jiyana xwe ya meziniyê li Swêdê ma ye û niha dibe ku were vegerandinê Tirkiyê. Nerazîbûna herî mezin ya sazî û rêxistinên kurdan û kampanya ji bo Akpinar ya li ser Facebookê jî ev e. Cawa dibe ku ew mirovek ku demek ewqas zêde li Swêdê maye ji sînor dikin der?

Min ji şefê çapemeniyê Daîreya Koç Fredrik Bengtson pirsiyar kir ka gelo tiştek wisa tu car bûye?

Fredrik Bengtsson dibêje wî tu car berê nebihîstiye ku mirovekî piştî 22 salan ji Swêdê hatiye sînorderkirin.

– Huseyin Akpinar di nav vê demê de sisê ta çar caran serî li mafê penaberiyê da ye û her carê serîlêdanên wî di hemû qademeyên pêvajoya penaxwaziyê de hatiye redkirin û dema biryara sînorderkirina wî hatiye dayî wî xwe veşartî ye û piştî derbasbûna demeke bi salan jinûve û jinûve serî li mafê penaberiyê da ye. Di navbera pêvajoyên serîlêdanên xwe yên cûda de jî li Swêdê veşartî jiya ye, dibêje Bengtsson.

Lê gelo tiştek mantiqî ye ku mirov piştî 22 salan yekî ji sînor derbike?

– Gereke mirov mantiqê vî tiştî li wan çar serîlêdanên mafê penaberiyê de bigere. Heger mirov ji biryarên van meqaman xwe veşêre çend hukum ü biryarên Dadgeha jorîn ya koçê hene ku dibêje; heger ku mirovek bi xwe bi awayeke aktîf tevlî xebata vegera welatê xwe nebe  wê wextê dê ew dema ku li Swêdê maye di lehê wî kesî de neyê nirxandin, dibêje Fredrik Bengtsson li Daîreya Koç.

Û Huseyin Akpinar di vî derbarî de dibêje ji bo ew vegera xwe ya Kurdistanê hêsan bike çi ji dest hatiye kiriye. Weke mînak ji bo karibe vegere gereke Tirkiye pasaport bide wî. Lê Akpinar dibêje konsolosxana tirkiyê ya Stockholmê tevî serîlêdana wî pasaport neda wî.

Radio Sweden Kurdish - ڕادیۆی سوید - Radyoya SwêdêAnsvarig utgivare: Klas Wolf-Watz

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.

Mer om hur vi bedriver vårt arbete

Senaste sändningen

Radio Sweden Kurdish - ڕادیۆی سوید - Radyoya Swêdê