Odell dixwaze bibe serok

Publicerad 29 nov 2011 · kl 13:13

Mats Odell, berya demekê eşkere kiribû ku ew xwe di ber serokatiya Xiristiyanên Demokrat re dike. Niha jî ew teqez dike ku ew heya civîna mezin ya partiyê ku di destpêka sala 2012ê de tê li darxistin kampanya xwe berdewam dike. 

Lê xuya ye şensê Odell li hember serokê niha Göran Hägglund ne zêde ye. Ji 170 malbendên partiyê 100 jê diyar dikin ku ew dê Hägglund destek bikin û tenê 50 eşkere dikin ku ew piştgirên Mats Odell in.

Lê rewş çi dibe bila bibe û pêşniyaza komîta rawêj kî dibe bila bibe Odell namzediya xwe paş de venakişîne:

- Tiştek dîyar e ku desteka ji bo serokê ku vêga li ser kursî ye di destpêkê de ji ya namzetê nû meztir e. Ev qanûnek xwezayê ye. Lewra bi dilê min e ku ev guftûgo berdewam be. Hemû tişt wê işaretê didin ku divê ez namzetiya xwe bibim serî. Eger ez vêya nekim ezê wan Xiristiyanên Demokrat yên guhertinxwaz tev bêhêvî bihêlim, dibêje Mats Odell ku xwe di ber serokatiya partiya Xiristiyanên Demokrat re kiriye.

Radio Sweden Kurdish - ڕادیۆی سوید - Radyoya SwêdêAnsvarig utgivare: Klas Wolf-Watz

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.

Mer om hur vi bedriver vårt arbete

Radio Sweden Kurdish - ڕادیۆی سوید - Radyoya Swêdê