Êdî Säpo jî dikare sîparîş bide FRA

Publicerad 27 maj 2011 · kl 12:02

Dezgeha Agahiyê ya Parastinê /Försvarets Radioanstalt dê ji bo polisa istixbarata Swêdê Säpo sinyalan bişopîne, û ne polisên giştî.Wusa dixuyê ku dê ev bibe encama partiyên hikumetê piştî gotûbêjên, li ser ka dê polîs çawa siparîşên çavdêriya sinyalan bike li gor Navenda nûçeyan ya Radioya Swêdî Ekot.

Du sal berê bû ku pêşniyazek hatibû da him Säpo him jî polis bikarin siparîşa çavdêriya sinyalan bike ji Dezgeha Agahiyê. Çavdêriya sinyalan tê wateya ku ev dezgeh dikare guhdariya radyoya trafîkê, axavtinên telefonê û xwendina e-postan bike him ji derveyê welat û  him jî yên hundirê welêt.

Niha partiyên hikumetê bûne yek deng da tenê Säpo bikare siparişa van çavdêriyan bike.

Di dema niha de tenê hikûmet, sekretera hikûmetê û Hêza parastinê dikare vê siparîşê bike. Lê mafê Säpo yê nebûye da  vê siparişê bide ji ber biryara partiyên burjuva û herwuha Sosyaldemokratan jî.

Radio Sweden Kurdish - ڕادیۆی سوید - Radyoya SwêdêAnsvarig utgivare: Klas Wolf-Watz

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.

Mer om hur vi bedriver vårt arbete

Senaste sändningen

Radio Sweden Kurdish - ڕادیۆی سوید - Radyoya Swêdê